Li Emrîqayê êrîş li lîseyê hat kirin: 2 mirî

Li wîlayeta Msîssourîya Emrîqayê êrîş li lîseyekî hat kirin, di encama êrîşa çekdar de 2 kes canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.10.2022 09:05:34 / Güncelleme: 25.10.2022 09:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşa ku li Lîseya Hunerên Sehne û Xuyangê Navend a ku li bajara St. Louîsaya wîlayeta Mîssourîyê ye hat kirin de 2 kes canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Polês daxuyand ku, ekîbên ewlehîyê bi êrîşdarê 20 salî yê ku di demeke kurt de wê tespît kirin ketin pevçûnê û gule berê wê dan.

Meha Gulana borî êrîş li dibistanekî ku li Uvaldeya wîlayeta Texasa Emrîqayê ye hatibû kirin, di encama wê êrîşê de jî 19 xwendekar û 2 mamoste jî canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)