Johnson ji pêşbirka Serokwezîrtîyê vekişîya

Borîs Johnsonê Serokwezîrê berê yê Îngilistanê, daxuyand ku ew ji pêşbirka serokwezîrtîyê a ku bi îstîfakirina Lîzz Trussayê ji nû ve dest pê kir vekişîya.

Ekleme: 24.10.2022 10:35:33 / Güncelleme: 24.10.2022 10:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi îstîfakirina Serokwezîr Lîzz Truss, di nav Partîya Muhafazakar de cardin pêşbirka serokatîyê dest pê kir.

Navê ‘ewil ku daxuyand ew namzed e, Penny Mordaunta Seroka Kamaraya Avamê bû.

Rîshî Sunakê Wezîrê Darayîya Berê jî namzedîya xwe daxuyand.

Borîs Johnsonê Serokwezîrê berê yê Îngilistanê, daxuyand ku ew ji pêşbirka serokwezîrtîyê vekişîya. (ÎLKHA)