Li ser rêya Êlih-Diyarbekirê qeza: 1 mirî, 22 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêya Êlih-Diyarbekirê pêk hat de gelek kes birîndar bûn.

Ekleme: 22.10.2022 10:50:34 / Güncelleme: 22.10.2022 10:50:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobûsa rêwîyan a ku ji Êlihê diçû Diyarbekirê, ji paş ve li qamyona ku qûm barkirîbû qelibî, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil kesek canê xwe ji dest da, 22 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin kesê ku canê xwe ji dest da şofêrê otobûsê bûye, ji birîndaran 4-5 kes jî rewşa wan giran e.

Rêya Diyarbekir-Êlihê ji ber qezayê hat girtin.

Rêwîyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)