Li Meksîkayê trêna bar li tankera xazê qelibî: 50 erebe û 120 xanî xesarê dîtin

Li bajara Aguascalîentesa Meksîkayê, di encama şewata ku li hev xistina trêna bar û tankera xazê pêk hat de, 50 erebe û 120 xanî xesarê dîtin.

Ekleme: 21.10.2022 09:10:33 / Güncelleme: 21.10.2022 09:10:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li bajara Aguascalîentesê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, trêna barkirî, li tankera xazê qelibî û di encama qezayê de şewat derket.

Di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn. Di şewata ku derket de jî 50 erebe û 120 xanî xesarê dîtin.

Hat destnîşankirin ku ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye û parastina sîvîlê hatin sewqkirin û nêzê hezar kes mirov jî hatin tehlîyekirin.

Hat ragihandin ku derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)