Lijneya HAMASê Sûrîyeyê zîyaret kir

Lijneya HAMASê ya ku di bin serokatîya Xelîl El-Hayyeyê ji serokên HAMASê ye de dest bi zîyaretên Sûrîyeyê kir. Lijne, doh bi Beşşar Esed re hat cem hev.

Ekleme: 20.10.2022 10:40:30 / Güncelleme: 20.10.2022 10:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

El- Hayyeyê ku derheqê hevdîtinê de daxuyanî da, got ku hevdîtin, nîşana nûbûna rihê berxwedanê ya li dijî projeyên îşxal a li herêmê û qebûlnekirina projeyên îşxalê a li herêmê ye.

El-Hayye îfade kir ku tevgera wan alîkarîyê dide yekbûna ‘erd û dewleta Sûrîye û ew li hemberê hemû tiştên neyartî yên ku li dijî Sûrîyeyê ye ne, Hayye bal kişand ku ew dema borî di paş de dihêlin û qerara destpêkirina minasebetên ji nû ve girtine.

El-Hayye got ku ew tiştên şexsî yên ku serokên HAMASê qebûl nakin li alîyekî, qerar girtin ku ew bi tevî Beşşar Esed re rûpelên berê girtin e, El-Hayye destnîşan kir ku wê Esed jî ji xelqê Filistînê û berxwedanê re alîkarîyê bide. (ÎLKHA)