Li Dîyarbekirê çinîna pemûyê dest pê kir

Cotkarên ku li navçeya Çinara Dîyarbekirê dest bi çinîna pemûyê kirin, gazinên xwe ji kêmasîya alîkarîya ku dewlet daye wan kirin.

Ekleme: 20.10.2022 10:05:34 / Güncelleme: 20.10.2022 10:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cotkarên gundê Botikaya navçeya Çinarê ên ku pemûyê danîbûn, destnîşan kirin ku sotemenî û zibil bahaye û ji bona pemûyê jî dermanên çeşîd bi çeşîd şixulandine û bi tevî van mesrefan alîkarîya ku dewletê daye wan kêmasî maye.

“Alîkarîya ku dewlet dide kêmasîye”

Haci Kiliçê ku xwedîyê ‘erd e got ku ew di ‘erdên xwe de 5 caran tevrikê kirine, 2 caran kaşan kirine û kotanan kirine, “Me lîtreya mazotê bi 28-29 TLyî stand, tona zibilê jî 14-15 hezar TLye. Me ji bona pemûyê çeşîd çeşîd dermanan şixuland. Heqê karkeran serê kîloyê ji 2 TLyî kêmtir nîne. Heqê birina qamyona pemûyê ji li vê heta Çinarê derdora 600 TLyî ye. Îsal li gorî sala parîn pemû baş e, serê donimê 400-500 kîlo dide me. Îsal fîyeta pemûyê kêm e. Sala parîn dema ku mazot 6 TL bû ji me re 8 hezar TL dima lê îsal jî em mazotê ji 28-29 TLyî distînin û ji me re jî 10-11 hezar TL dimîne an jî namîne. Dema ku em ji vê pereyê heqê karkeran jî derxin em zerar dikin. Dewlet sala parîn ji bona mazot, zibil û tiştên dinê hezar û  60 TL da. Dema ku em vîya li ser donimêxin dike 500 TL yanê alîkarîya ku dewlet dide me kêm e.”

“Tona pemûyê bi 13-14 TLyî dihesibînin, wê cotkar çawa xwe xelas bike?”

Askerî Ozdemîrê cotkarekî dinê jî weha axivî, “Ji karkeran re serê kîloyê 2 TL tê dayîn. Ji donima pemûyê re 13 hezar TL mesref diçe. Çandina ‘erda pemûyê, mazot û zibil ji ber ku bahane divê tona pemûyê herî kêm bibe 25 hezar TL. Ez wa 10 salan e vê karê dikim lê em bi zerarî dixebitin. Ji xwe ceryan ji rê derketîye. Sondaja ku em ji bona avê lêdixin herî kêm 200 hezar TLye. Tona pemûyê 13-14 TLyî dihesibînin, wê cotkaran xwe çawa xelas bikin?”

Ferhat Menîçê karker got ku ew ji serê sibê heta êvarê li vê derê dixebitin, “Em li ser kîloyê 2 TL distînin, divê ku herî kêm 3 TL be. Em nikarin ji xwedîyê ‘erd re bibêjin, wijdanê me rehet nîne. Çîmkî fîyeta mazotê û zibilê bahaye. Ji ber vê yekê dilê me nerehete ku em ji wan fîyetekî zêde bixwazin. Em di seat 5ê Serê sibê de dest kar dikin heta 5ê êvarê yanê bi temamî 12 seat dişxulin. Em rojê herî zêde 100 kîlo tenê dikarin pemû kom bikin. Em vîya bi 2 TLyî bihesibînin hê nû heqê min dike 200 TL û ti xêra wê jî tineye. Ez mirovekî ciwan im, mirovê 60 salî ka dikare ji serê sibê heta êvarê bixebite? Na. Ji ber mecburîyetîyê nebe ez rojekî jî li vê derê naxebitim.” (ÎLKHA)