Qamyonet li kendalê gêr bû: 3 mirî

Hat destnîşankirin ku li Gumuşxaneyê qamyonetek li kendalê gêr bû, di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan

Ekleme: 20.10.2022 09:05:31 / Güncelleme: 20.10.2022 09:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li navçeya Kurtunê pêk hat.

Qamyoneta ku di bin kontrola F.C. de bû, ji ber ku şofêrê qamyonetê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li kendalê gêr bû.

Di qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên ku ji teref ekîbên AFAD û îtfaîyeyê ve ji cihê ku asê mabûn hatin derxistin, hatin rakirin merga Nexweşxaneya Dewleta Kurtunê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)