Ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê peyama sipasîyê

Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMA, ji kesên ku di bernameya “Hevdîtina Aliman a 7emîn” de ku organîzeyê kirine an jî beşdarî bûne re peyama sipasîyê belav kir.

Ekleme: 17.10.2022 13:40:34 / Güncelleme: 17.10.2022 13:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtina Aliman a ku bû 7 salan e ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tertîpkirin û li gelek cihan gelek alim beşdarî dibin, îsal jî di 15-16ê Cotmehê de hat tertîpkirin.

Hevdîtina Aliman a ku bi şîara “Rola Ulemayê Di Rabûn û Pêşveçûnê De a Bi Fikr û Îlmê ya Ummetê”, li navenda giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê a ku li Diyarbekirê ye hat lidarxistin.

Hevdîtina ku ji sala 2015an heta niha her sal bi şîarên cuda di meha Cotmehê de tê tetrîpkirin, bi beşdarbûna gelek alimên ji erdnigarîyên cuda ên bi taybet Kurdistanê hat lidarxistin.

ÎTTÎHADUL ULEMA jî bi minasebeta “Hevdîtina Aliman” a ku 7emîn hat tertîpkirin peyama sipasîyê weşand.

Peyama ÎTÎHADUL ULEMAyê weha ye:

“Em bi Yekîtîya Medreseyan û Aliman civînên “Hevdîtina Aliman” a ku cara yekem me di sala 2015an de dest pê kiribû û em her sal tertîp dikin ku heta roja jî em didomînin. Ulemayên Îslamê ên bi qîmet ku li welatên cuda ên piranî li welatên cîran teşrîfê Dîyarbekirê me bûne, di civînê de xeyn ji meseleyên îlmî, pirsgirêk û zehmetîyên civakî jî di van civînan de bidestxistin û ji ummeta Îslamê re reçeteyan pêşkêş kirin. Bi îzna Xwedê Teala ew ê ev hevdîtinên me bi meseleyên îlmî û civakî ên cuda berdewam bike.

Em bi vê wesîleyê ji beşdarîyên ku bû du roj e di civînan de pêşkêşîyan dikin re, ji Komîsyona Tertîp a ku gelek alimên cuda ên welatên cuda endamê wê ne re, ji endamên xwe re ku ji bona ev civîn bêasteng û bêzehmet bidome cehdê kirine û bi fedekarîyek şixulîne re, ji midderrisên xwe û xwendekarên xwe re sipasîyên xwe teqdîm dikin” (ÎLKHA)