Li Nîjeryayê lehî: Ji 600î zêdetir mirî

Hat destnîşankirin ku li Nîjeryayê ji 600î zêdetir mirov ji ber lehîyan canê xwe ji dest dan, ji 82 hezarî zêdetir xanî jî bi temamî xera bûn.

Ekleme: 17.10.2022 11:25:29 / Güncelleme: 17.10.2022 11:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku ji ber lehîyan 1,3 milyon însan bê mal man, 110 hezar hektar ‘erdên çandinîyê jî xera bûn.

Alîkarîyên ku ji ber sedema lehîyê dihatin şîyandin didome.

Li gorî agahîyan ji bona kesên ku ji lehîyê tesîrdar bûne re di dibistan, avahîyên sazî û konan de cih hatine çêkirin. (ÎLKHA)