Li Kievê teqînên bi şîddet: Mirî û birîndar hene

Li Kieva paytexta Ukraynayê di seatên serê sibê de dengê teqînan hat. Hat diyarkirin ku ji ber teqînê mirî û birîndar hene.

Ekleme: 17.10.2022 11:10:19 / Güncelleme: 17.10.2022 11:10:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên Rûsyayê a ku di 24ê Sibatê de li Ukraynayê dabû destpêkirin didome. Piştî bombekirina Ukraynayê a ji Pira Qirimê re, Rûsya jî êrîşên xwe yên li Kievê didomîne.

Kîltschkoyê Serokê Şaredarîya Kievê derheqê teqînan de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de ragihand ku herdu teqîn jî li navenda bajêr pêk hatine.

Tê diyarkirin ku ji ber teqînan mirî û birîndar hene.

Derheqê teqînê de hêj tu daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin. (ÎLKHA)