Li Meksîkayê êrîşa çekdar: 12 mirî, 3 birîndar

Di êrîşa çekdar a ku li wîlayeta Guanajuatoya Meksîkayê pêk hat de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.10.2022 10:05:31 / Güncelleme: 17.10.2022 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li bajara Irapuatoya ku li wîlayeta Guanajuatoya Meksîkayê ye bi çekan êrîş li bareke bi navê “La Texana” ye êrîş hat kirin. Di êrîşê de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan gelek kesên ku serçevên wan girtî bûn û maske li ber çavên wan bûn bi çekên giran hatin barê û êrîşî hindir kirin, hat diyarkirin ku hinek kes jî xwe di bin cesedên kesên ku mirine de veşêrdane û sax xelas bûne.

Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Wîlayeta Guanajuato ve hat belavkirin de, hat ragihandin ku derheqê êrîşê de tehqîqat hat despêkirin û li cihê bûyerê lêgerîn jî hat kirin.

Hat diyarkirin ku kesên êrîşdar hêj nehatine qefaltin, êrîş jî ji ber hesabgirtina di navbera kartelên çeteyan de pêk hatîye. (ÎLKHA)