Ji NY ji bo Yemenê banga alîkarîyê

Joyce Msuyaya Alîkara Sekreterê Giştîyê Mesulê ji Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku birçîbûnî li Yemenê dibe ku bi milyonan însanan tesîrdar bike.

Ekleme: 17.10.2022 09:50:31 / Güncelleme: 17.10.2022 09:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) , destnîşan kir krîza însanî ya ku ji ber herba nav welat a li Yemenê pêk hat gihaşt talûkeyeke mezin.

Joyce Msuyaya Alîkara Sekreterê Giştî yê OCHAyê, di daxuyanîya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku, li Yemenê bi milyonan însan lazimatîya wan ji xizmetên tenduristî, xwarin, vexwarin û sitargehê re heye.

Msuya bal kişand ku li Yemenê 23,4 milyon însan mihtacê alîkarîya însanîyê ne, 17 milyon însan jî xwarina paqij naxwin, dema ku bexşwanan mesulîyetên xwe bi kar neynin ew ê bi milyonan însan ji birçîbûnîyê re rûberû bibin.

Msuya, diyar kir li welat 1,3 milyon pîrekên bi heml û mêjandinê û 2,2 milyon zarokên binê 5 salî ji ber kêmasîya xwarinê mihtacê tedawîyê ne. (ÎLKHA)