Li Îranê di girtîgehê de şewat: 4 mirî,61 birîndar

Hat destnîşankirin di şewata ku rojekî berê di Girtgîeha Evînê a li Tehranê de derketibû de 4 mehkûm mirin, 61 mehkûm jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.10.2022 09:30:09 / Güncelleme: 17.10.2022 09:30:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rojekî berê di seatên êvarê de, di Girtîgeha Evîna ku li bakira paytext e de şewat derket.

Ajansa xebera fermî a Îranê IRNA, diyar kir ku di şewata girtîgehê de 4 girtî mirin, 61 girtî jî birîndar bûn.

Rayedarên girtîgehê îfade kirin ku, şewat ji ber şerê ku di navbera du koman de derket pêk hat.

Di xeberê de hat daxuyandin ku rewşa girtîgehê hat bin kontrolê.

Di Girtîgeha Evînê de mehkûmên sîyasî hene. (ÎLKHA)