Li Kolombîyayê qezaya trafîkê: 20 mirî

Di encama qezaya ku li başûrrojavaya Kolombîyayê pêk hat de 20 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 16.10.2022 11:35:35 / Güncelleme: 16.10.2022 11:35:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji Tumacoyê ber bi Calî ve diçû ji ber sedemeke ku nayê zanîn qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 20 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatine rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)