Şêx Zahîd El-Xeznewîyê miderris û alimê ji Kurdistana Rojava, beşdarî “Hevdîtina Aliman a 7emîn” yê ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve tê tertîpkirin bû û di bernameyê de derheqê meseleya, “Metodên Dawetê yê Di Şert û Mercên Roja Me De” de axavtinek kir.
Xeznewîyê ku bal kişand ku rêya xelasîyê, di “Ji Xwedê re bazdan û ji Xwedê qewet girtin” de ye, û got ku di serê teybetîyê a herî muhîm yê bûyîna dawetvanê de jî sebr tê.
Xeznewî, weha got, “Ew kesê ku sebrê wê kêm be, ew ê derdê wê pir be. Dema ku em doza vê dînê diparêzin, dema ku em hewil didin ku wê belav bikin, dema ku em hewl bidin ku astengiyên ku li pêşiya me têne derbas bikin, bê guman divê em bi sebirê xwe biparêzin. Xwedê Teala, li gorî gotina Qur'anê weha dibêje: 'Bêguman em ê wan kesên ku ji bona me dixebitin bighêjînin rêya xwe”.
“Divê dawetvan zêdetir bi îxlas û zêdetir bi sebr be”
Xeznewî, destnîşan kir ku gerek dawetvanan, dewra xwe fêhm bike û haya wê ji lazimatîyên wê demê hebe, dûre weha axivî:
“Meseleyeke ku nayê paşgohkirin jî ev e ku divê em şevan wek xanîmetek bibînin. Xwedê Teala di gelek ayetên xwe yên ku wezîfeya dawetê dide ser milên Pêxember de ev gotine dibêje ‘Kum’ yanê ‘Rabe! Ey Pêxember’, ji ber vê yekê xwedîyê dozê gerek rabûnê zanibe.
Misilmanan, divê ku Qurana Pîroz bike kehnîyeke esas û bixweyîne. Divê em bi benê Xwedê ve xwe girêbidin.
Serê ev ummetê bi çi xelas bûbe dawîya ummetê jî bi ‘eynî metodê ew ê serfiraz bibe. Xelasî, metoda selefê salihîn e.
Dawetvanan xwedîyê peyama herî mezin a vê dinyayê ne. Xwedê Teala, di Quranê de weha dibêje, ‘Ji ew kesên ku bangê Xwedê dike û emelên salih dike xêrtir kî heye?’
Ji bo ku ev wezîfe bi serketî were cîbicîkirin, zanist û besîret pêdivî ye.
Beriya her tiştî îxlas, rihê her emelekî ye. Emelan bi wê têne yanê bi îxlasê tê qebûlkirin. Îhlas ne taybetmendiyeke ku divê tenê vexwendin hebe. Divê di her misilmanî de hebe. Pêxember, di gotina xwe de destnîşan kir ku emelan li gorî niyetê ne, ev gotin jî muhîmtîya îxlas û nîyetê derdixe holê.
Divê dawetvan, bi îxlastir û bi sebirtir be. Ew, xeyn ji daxwazîya Xwedê, kesekî dinê nefikire. Dawetvanan ger ku di xebatên xwe de daxwazîya Xwedê negerin ew ê serfiraz nebin.
Sirê karê îxlas e. Ewê ku ji kelîmeyan re rihê dide, îxlas e. Rêya dawetê zehmet e. Di vê çarçoveyê de dawetvan mihtacê sebrê û li berxwedana ji meşaqqetan e. Ev sebr encax ji teref kesekî yê ku xwedîyê îxlasê ye bê bikaranîn.
Ji bona ku dawetvan serfiraz bibe divê ku ji nexweşîyên nefsî xelas bibe. Yek ji ev nexweşînê jî evîna navdarîyê ye. Xwestina naskirina ji teref mirovan e. Dawetvanê ku her dem li pey tiştên ku navê xwe bide bihîstandin here, ew ê tune be.
Her çiqas Rojava bi zahirî ji dewletên îslamî vekêşandî be jî, mixabin ew bi fikir, berhem û qanûnên xwe di nav dewletên îslamî de hene. Di vê wateyê de yên ku wan hêsan dikin hene, di nav me de yên ku di vê çarçoveyê de ji bona alîkarîyê ji wan re bikin xwe dişewitînin, bi vê hezkirinê dişewitîn, bi wan re hevkariyê dikin, ku mixabin dibe sedema tunebûna ummetan. Îro di encama vê yekê de mixabin hevsengiya me di warê çandî û rewşenbîrî de winda bûye û di nav xwe de em ketine nav îxtîlafê. (ÎLKHA)