“Hevdîtina Aliman a 7emîn” ê ku ji teref Yekîtîya Medreseyan û Aliman ve tê tertîpkirin dest pê kir.
Hevdîtina Aliman a 7emîn dest pê kir.
Axavtina vekirina bernameyê Mele Enwer Kiliçarslanê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê kir.
Kiliçarslan di destpêka axavtina xwe de Hemd ji Xwedê re anît û weha got, “Înşaallah ku em di vê civînê de mijarên ku ji nêz ve bi medrese û alimên me ve girêdayî ne, biaxivin.”
Kiliçarslan di axavtina xwe de ayeta “Di aliyê Xwedê de, dîn Îslam e. (Al-î Îmran,19)” bîr anît û weha got, “Îslam, heta roja qiyametê wê hebe. Di navbera hebûna dîn û hînkirina wê de têkiliyeke zelal heye. Perwerdehiya dînî di nav rêyên jiyîna dînê de ye.”
Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Weke ku hûn jî dizanin perwerdehiya îslamî bi nazilbûna wehyê û bi ragihandina wê ya yekem dest pê kir. Ligel fermana cahilan, Mekke-î Mûkerreme bi derdora Kabe, Darü'l-Erkâm, cihên din û heta geliyên derdora wê veguheriye cîhek mezin a perwerdehiyê ji bo Îslamê.
Di bin rêberiya Pêxember de Mescîda wî ya pak wek medreseyeke ku tê de Qur'an hîn dihat hînbûn û Sunnet dihate fehmkirin û di tevahiya rojê de dihat sepandin.
Mînaka ku ji wir hat girtin, Mislimanan mizgeftan ku li hemû alema Îslamê vekirin û di heman demê de wek navendên perwerdehiyê bi kar anîn.
Di cîhana wê rojê de, di her mizgeftê de ku hûn ji derî têkevin hundur, hûn ê li dora stûnên ku mizgeft li ser piyan dihêlin çemberek dersan bidîta.
Misilmanên ku di warê pêşxistina îmkanên xwe de timî di bin sunnetê de bûn, li cihê ku lê bûn neman, di pêşketin, pêşkeftin û rabûna bi îstîqrarê de dest bi avakirina medreseyên ‘ewil kirin.
Dema ku em li pêvajoya dîrokî ya piştî wan medreseyên ‘ewil binerin, wê were dîtin ku di navbera pêşketina medreseyên me û qeyran û êrîşên ku alema Îslamê bi wan re rû bi rû maye de têkiliyek heye.”
“Heger alimên zana tinebûna, pêlawenekî wek Selahedînê Eyûbî çênedibûn”
Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ger rêber û alimên zana tinebûna, pêlawenekî wek Selaheddînê Eyûbî çênedibûn. Ger alimekî wek hiqûqnas Îsa Heqqarî tunebûya, helbet Selahedîn bi tenê bû. Seleheddîn jî bi tenê leşker perwerde nekirîye, bi tenê şûran tûj nekirîye di ‘eynî demê de li bajarên ku bidestxistîye û fetihkirîye bi medreseyan tijî kirîye. Ger ulema tune be, îdareyeke zalim û xerab nabe, rêvebirî û civakeke dadperwer û rastdar jî nabe, heta ku alema Rebbanî tunebe û ev ulema rol û erkên xwe nizanibin û nebin. Ew civaka bextewar a ku em xeyala wê dikin û di pirtûkan de dixwînin û dinivîsin dê her dem di xewnên me de, di pirtûkên me de û di dîrokê de bimîne.”
“Zarokên me, ji Îslamê tên dûrxistin, ji Îslamê re tên neyarkirin”
Li ser vê yekê Kiliçarslan bal bi wê yekê kişand ku piraniya alema Îslamê helbet ne di bin êrîşeke fiîlî de ye, lê mixabin alema Îslamê di bin êrîşeke derûnî ya mezin de ye. “Di vî warî de îro em bi îşxalkerîya herî mezin a dîroka xwe re rû bi rû ne. Li ser îdeolojiyên baweriya zarokên me tên lîstin. Zarokên me ji Îslamê tên dûrxistin, li dijî Îslamê tên kirin. Vê carê bi exlaqê zarokên me yên ku baweriya xwe ji xirabiya îdeolojiyan diparêzin, tê lîstin. Ji bo ku negihêjin yekitiya îman - qencî - teqwayê astengek li ber wan tê danîn.”
"Roj hema hema roja seferberiya li dijî teşwîqkirina bêexlaqiyê ye"
Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de bal li ser ayeta ‘Bila di nav we de civakeke ku banga xêrê bike hebe!’ kişand û weha got, “Li dijî dagirkeriya hiş, li dijî bêbaweriya ciwanên me û li dijî teşwîqkirina bawermendan ji bo bêexlaqiyê îro roja seferberiyê ye. Îdeolojiyan, alema Îslamê hilweşandin. Nîjadperestî alema Îslamê parçe dike. Li aliyê din şehwet, alema Îslamê di bin xetereya tunebûnê de dihêle. Li hemberî vê rewşê em nikarin bi tenêtî bijîn. Serpêhatiyên yên beriya me nîşan didin ku dema ehlê medreseyan erka hîdayetê girtine ser milên xwe, gel hatine îslahkirin û medreseyên ji bo dîtina xwendekaran rehet bûne. Çawa ku alim rêberiya mirovan dikin, şahidiya bandora zanîna xwe dikin; Xelk heta ku başbûn hebe zarokên xwe wê bişînin medreseyan. Qur'an, sunnet, tecdîdên Selefî Salihîn û yên paşerojê li cem me hene ku em ê di îslahkirina gel de jê sûd werbigirin.”
"Dema ku her kes ji parçebûnê gazinan dike, ulema dikarin şermezar bikin lê bila gilî nekin"
Kiliçarslan di axavtina xwe de qala rewşa civakê Kurd jî kir û weha got, “Li vir civakê jî Kurd dema ku bi Îslamê hat bilindkirin û bi rûmet kirin, ji ber belavbûna rojavabûnê û lawazbûna misilmanan rastî gelek pirsgirêkan hat û mexdûrbûye.”
“Wallehî, ger em alim erka xwe bi rêk û pêk nekin, sibe em ê nikaribin çokên xwe jî bixin. Erkê me ye ku em tama îmanê bînin bîra gelê xwe. Em jî berpirsiyar in ku rave bikin ku bêbawerî ne şîrîn û rizgarker e ku tê vegotin. Ulema, warisê Hz. Pêxember e divê rojeva civakê bi xwe diyar bike. Niha û guherîn çiqasî xurt û bibandor bin jî, divê tu bandorê li wan neke û di ti guheztinê de neyên tunekirin. Di nav civakê de dubendî hene, dema ku her kes ji parçebûnê gazinan dike, dibe ku ulema şermezar bikin, lê bila gilî nekin, divê bibin yek, yekîneyan ava bikin, di vê mijarê de helwestek mînak nîşan bidin û xwe bigrin. Divê ummet pêşengiya yekîtiyê bike.”
“Îslam seadeta dinya û axîretê ye”
Kiliçarslan di dawîya axavtina xwe de weha got:
“Em dikarin ji gelê xwe re bibêjin ku ne hewce ye ku axretê wan bibe cehennem, da ku cîhana wan xweştir bibe.
Îslam bextewarîya dinya û axretê ye. Em dikarin vê yekê fêm bikin. Ev tenê bi zêdekirina berhemên xwe yên zanistî û dayîna rêberîya Hz. Nebî, wekî Eshabî Kîram mimkûn e.
Aliman, warîsên pêxemberan e û eshab jî, ji bîna me mîsal e. Ji ber vê yekê em, dikarin rêya wan îhya bikin.
Îman, ewletî ye. Bawer bikin ku îmana me bi yek Rebbê me dê bibe sedem ku em bi hev bawer bin û ger em bi mil bi mil bibin civak û bi vî awayî şert û mercên Sunnetullah bi cih bînin, em ê li cem Nusretullah û ji Xwedê re jî rûmetdar bin û bi îzna Xwedê em ê serketî bin.
Kesên berîya me, krîzan vegerandin zeferê. Em jî dikarin bikin.
Ji xwe bûyîna li ser siratîmusteqîm jî bi tenê serê xwe ne zafer e?
Piştî vegotina van xalên ku hûn jî dizanin, ez careke din bi silavên Xwedê we silav dikim, ez bi xêrhatina we hemûyan dikim û bi pêşkêşên zanistî yên ku werin kirin, we tenê dihêlim.” (ÎLKHA)