Sîyonîstên îşxalker ên ku li ser ‘erdên Filistînîyan rûyê rehetîyê nîşanê wan nedaye û roj bi roj îşxala xwe fireh dike û zêde dike Filistînîyekî şehîd kir, 5 Filistînîyan jî desteser kir.
Doh êvarê di êrîşa îşxalkeran de Kays Îmad Şucaîyyeyê 23 salî şehîd bû, îşxalkerên sîyonîst piştî birîndarkirina şênîyeke îşxalker, êrîş li gundê şehîd kir.
Li bajara Ramallaha Şerîaya Rojava 3 Filistînî ji teref sîyonîstan ve hat desteserkirin, li wîlayeta Tubasê jî 2 ciwanên Filistînî dema ku ji nuqteya kontrolê derbas bibin hatin desteserkirin. (ÎLKHA)