Wezîr Soylu navê karkerên ku canê xwe ji dest dane daxuyand

Li gorî daneyên ku Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîye daxuyand, ji 110 karkerên ku di wê wardîyeyê de dixebitîyan 28 kesên wan canê xwe ji dest dan, 6ê wan sewqê Stenbolê hatin kirin, 5 birîndarên dinê jî li Bartinê tedawîyê dibînin.

Ekleme: 15.10.2022 09:45:33 / Güncelleme: 15.10.2022 09:45:33 / Xeberen Kurdi / Bartın Haberleri
Destek için 

Doh di seatên 18.15an de li navçeya Amasraya Bartinê, di Midûrtîya Muesseseya Amasra ya Sazîya Taşkomira Tirkîyeyê de teqîn pêk hat.

Ji bona ku karkerên di bin madenê de asê mane bên derxistin xebateke mezin hat destpêkirin.

Hat daxuyandin ku di encama teqînê de 28 karker canê xwe ji dest dan, 6 karkerên madenê ji Stenbolê re hatin sewqkirin, tedawîya 5 karkerên dinê jî di nexweşxaneyên dinê de berdewam dike.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîye, rewşa dawîn a li Bartinê daxuyand, navê karkerên ku canê xwe ji dest dane jî eşkere kir.

Soylu weha axivî:

“Mixabin doh di seat 18.15an li ev derê teqînek pêk hat.

Di daxuyanîyên xwe yên ‘ewil de me gotibû ku di wê wardîyeyê de 110 karkerên me dixebitin. Niha em ê rewşa dawin belav bikin. Ji 110 karkerên me 28 birayên me yên madenvan şehîd bûn. 6ên wan bi ambûlansên wezareta tenduristîyê ji Stenbolê re hatin sewqkirin û li wê derê tedawîyê dibînin. 5ên wan jî li Bartinê tedawîyê dibînin. Piştî vê teqînê 58 birayên me yên madenvan bi saxîti xelas bûn. Niha jî xebatên me didome û 13 madenvan di madenê de asê mane. Hemû ekîbên Wezareta Tenduristîyê û hemû sazîyên me li vê derê ne.

Ez ê navê birayên me yên ku rehmet kirinê bibêjim.

Alî Dogru, Azîz Kose, Berkay Pinarcioglu, Emrah Kaval, Enes Aydin, Ercan Akdenîz, Fîkret Kansiz, Gokhan Ercan, Ramazan Ozer, Selçuk Ayvaz, Serkan Nakaş, Yener Saygin, Mehmet Kara, Rasîm Bulut, Serhat Kahraman, Suat Demîrkiran, Yasîn Çelîk, Emrah Kaya.

Em ji şehîdên xwe re rehmetê dixwazin. Ji malbatên wan re sebrê daxwaz dikin. Ji gelê xwe re jî daxwazîyên xwe yên sersaxîyê dişînin.” (ÎLKHA)