Li Îzmîrê 475 koçber û 14 qaçaxçî hatin qefaltin

Li Îzmîrê di operasyona ku ji teref Cendermeyê ve hate lidarxistin de 475 koçber û 14 qaçaxçî hatin qefaltin.

Ekleme: 14.10.2022 16:10:36 / Güncelleme: 14.10.2022 16:10:36 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Ekîbên Fermandarîya Cenderme a Bajar, di tarîxên 1-11 Cotmehê de li dijî pêşgirtina koçberan xebatan li dar xist.

Di encama operasyonên ku li navçeyên Çeşme, Foça, Sefrîhîsar, Guzelbahçe, Menderes, Urla, Torbali û Menemenê hat kirin de 475 koçber hatin qefaltin.

14 şikdarên ku hatin binçavkirin û hat destnîşankirin ku qaçaxçîtîya koçberan dikin jî hatin sewqê mercî’ên edlî.

Ji 4 mînîbûs, 3 erebe û 2 qamyonên ku di operasyonan de hatin bidestxistin re jî dest hat dayîn. (ÎLKHA)