Li Êlihê cotkarên ku pemûyan danîn dest bi çinîna ‘ewil kirin

Cotkarên ku li ser ‘erdên xwe yên ku berê garisan danîbûn û niha jî pemûyan danîn, dest bi çinîna ‘ewil kirin. Cotkarên ku ji zêdebûna çûndina pemû û kêmasîya di dema firotanê de gilîdar in, ji rayedaran daxwazîya alîkarîya zibil û sotemenîyê kirin.

Ekleme: 12.10.2022 14:40:38 / Güncelleme: 12.10.2022 14:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cotkarên ku vê salê cara ‘ewil piştî danîna garisan pemûyan danîn, destnîşan kirin ku ew ji ber bahabûnê dermanên baş li pemûyên xwe nekirin û ji ber vê yekê pemûyên wan baş çênebûne.

Cotkarên ku bal kişandin ew bi daxwazîya rayedaran, berê xwe dan danîna pemûyê lê ji ber zêdebûna fîyeta têketinê zirarê kirine, gotin ku gerek ji wan re alîkarîya zibil û sotemenîyê bê dayîn.

Mehmet Şerîf Çetînê cotkar ê ku destnîşan kir ku ew dest bi çinîna pemûya ku di meha Nîsanê de danîbûn kirin. Ji ber ku mesrefa garisê zê de bû berê xwe dan pemûyê lê fîyetê pemûyê li gorî sala borî di bin hêvîya wan de bûye.

Çetîn diyar kir ku sala borî kîloya pemûyê heta 25-26 TLyî derket lê niha jî ev fîyet heta 16-17 TLyî paşve hatîye.

MEHMET ŞERÎF ÇETÎN

“Ji ber ku me dermana ku lazim bû neşixuland randimana ku me hêvî dikir negirt”

Çetînê ku diyar kir ev fîyet gelek hindike weha axivî, “Çîmkî çûndina me gelek zêdeye. Li vê derê ‘erdekî 100 donim e. Sala borî pemûyê me baş bû û bi feyetekî baş hat firotan. Lê îsalê ji ber ku mesref zêdeye fîyeta pemûyê jî ket xwarê. Ji 100 donimî hêvîya me qasî 50 tonî heye. Dibe ku me dermana baş neşixuland ku ji ber bahabûnê randimaneke baş bidestnexin. Rayedaran berê cotkaran didin danîna pemûyê û em jî pemûyê datînin. Em dixwazin ku bila ji me re di sotemenî û zibilê de fîyetan kêm bikin.”

NEVZAT YILGIN

“Cotkar di zerarê da ye”

Nevzat Yilginê cotkerekî dinê jî gilî û gazinên xwe kir ku ew heqê şixulên xwe û hêvîyên nastînin, “Karê me cotkarîye û me vê salê jî pemûyê danî. Berê me garisê dadanît, dû re me dest bi pemûyê kir. Me di meha Nîsanê de pemûyê danî û heta niha jî em pê ve dişxulin. Randimana pemûyê li serê donimekî encax 350 kîlo an jî 400 kîloye. Dema ku em hesaba zibil, derman, sotemenî, av û heqê karkeran jî dikin cotkar di zerarê da ye.”

“Derdê me ketina fîyetên zibil û sotemenîyê ye”

Yilgin di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ji ber ku garis zêde zibilê dixwar em derbasê pemûyê bûbûn. Me pemûyê danî lê vê carê jî fîyetên pemûyê ket. Dewlet ji kîloya pemûyê re 21 TL fîyet daye lê ti kes bi 21 TLyî nastîne. Sala borîn ji 8 TLyî derket 12 TLyê û em jê memnûn bûn lê îsal ji ber fîyetên çûndina zêde ev fîyet me xelas nake. Derdê me ketina fîyetên sotemenî û zibilê ye. Heta ku fîyetên têketinê nekeve çiqas jî fîyetên mehsûlê zêde bibin ew ê pirsgirêkên me berdewam bike.” (ÎLKHA)