Divê şiûra Ehlî Sunnet we’l cemaet ji nû ve bê pêk anîtin

Lêkolîner û Nivîskar Cemal Uçar got ku ji sedema xwîn û rondika ku di nav civaka Îslamê de dibare yek jî alîgirî û belavbûna aliyên cuda ye, divê ku aliman kom bibin û şiûra Ehlî Sunnet we’l cemaet ji nû ve pêk bînin.

Ekleme: 11.10.2022 14:25:32 / Güncelleme: 11.10.2022 14:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lêkolîner û Nivîskar Cemal Uçarê ku derheqê rewşa ummeta Îslamê ya ku nêzê ji sisêyê yek ê nifûsa dinyayê ye de axivî û got, ji bona ku ummet ji ev xwîn û rondika ku di nav de ye xelas bibe lazimatîya wê ji şiûra Ehlî Sunnet we’l cemaetê re heye.

“Ji sedema rondik û xwîna di nav ummeta Îslamê de yek jî alîgirîye”

Çinar di axavtina xwe de weha got, “Meseleya ku Qurana Pîroz li ser zêde disekine yek jî ev e ku ummeta Îslamê bi tevahî xwe bi benê Xwedê ve hemêzînin û nekevin nav cudatîyê ye. Di dîrokê de jî ev ban bi navê Ehlî Sunnet we’l cemaetê dihat navkirin û hemû komên ummetê digotin ku ‘ehlê qîble nayê tekfîrkirin’ û bi vê şîarê hereket dikirin. Îmamê Azam jî derheqê ev şiûrê de weha digot ‘Kê bawerî bi ayetên Xwedê tîne tewîla ku wê kesê bike nayê tekfîrkirin’. Ji bona ku ev şiûr ji nû ve di nav civakê de bê rûniştin û bê belavkirin lazim e ku aliman jî di vê meseleyê de xebatê bikin. Çîmkî ev xwîn û rondika ku di nav welatên Îslamê de diherikin, mitleqe di encama xebatên neyarên Îslamê de çêbûne lê ev jî heqîqete ku aligirîya di nav ummeta Îslamê de ye jî ev tiştê tevgerandîye. Ji ber vê yekê divê aliman di cihên cuda de civîneke navneteweyî tertîp bikin û şiûra Ehlî Sunnet we’l cemaetê ji nû ve pêk bînin.”

“Divê em cudayîyên xwe wek dewlemendîyê bibînin û bûyîna yek ummetîyê xwe nîşanê dinyayê bidin”

Çinar, di berdewama axavtina xwe de got ku ez bi Misilmanî heta ku ji destê min were li hemû cihên ku ez diçim li wê derê qala ev meseleyê dikim, “Ez weha difikirim her mirov ê ku xwedîyê agahî, îrfan û ehlê ‘îlmê ye di vê meseleyê de xwedîyê mesûlîyetekî ye. Cudayîyên sîyasî û ‘îlmî dewlemendîya ummetê ye. Divê ku em ji dinyayê re ji nû ve nîşan bidin ku em xwedîyê esalet û şecaatêne ku meseleya îmanê û bana ummetîyê qurbanê cudayîyên Misilmanan nakin. Xwedayê min bila dîtina wan rojan bike nisîbê me.” (ÎLKHA)