HUDA PAR: Tayînkirina balyozê ji rejima sîyonîst re ew ê zerarê bide Tirkîye

Serkan Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, derheqê rojeva derve de daxuyanîyan belav kir.

Ekleme: 10.10.2022 16:50:37 / Güncelleme: 10.10.2022 16:50:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, di daxuyanîya xwe de, bal li ser Tayînkirina balyozê ji rejima sîyonîst re û Cinayetên Yunanistanê a li hember penaberan kişand.

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, di nirxandina xwe ya derheqê rojeva derveyê welat de weha axivî:

Tayînkirina balyozê ji rejima sîyonîst re

Ramanli, bi bîr anît ku Tirkîye 4 sal paşê ji rejîma sîyonîst re tayînkirina balyozê pêk anît, destnîşan kir ku hikumet pêşî xistina doza Mavî Marmara pêk anît, niha jî ket nav pêvajoya minasebetên pêşveçûnê ya bi rejîma sîyonîstan re.

Ramanli, di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir ku pêşvebirina minasebetan bi rejîma zordarîyekî re ku hebûna wî jî xeyrîmeşrû ye ew ê zerara wê him ji Tirkîyeyê re û him jî ji xelqê herêmê re hebe û weha dewam kir, “Pêşve birina minasebetên bi rejîma îşxalkeran re ku di vê dema ku hêj îxlalên ku ber bi Mescîda Eqsayê zêde bûne, ambargoya ku ber bi Xezzeyê hêj didome û xanîyên Filistînîyan li ser serê wan tê xerakirin ti dem nayê qebûlkirin.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha goy:

“Di nav ev sala dawîn de, li gorî 20 salê dawîn koça herî mezin a Cîhûyîyan li ‘erdên ku hatine îşxalkirin hatîye kirin. Rejîma sîyonîst a ku herba Rusya-Ukraynayê dixwaze ku li alîyê xwe bide şixulandin hemû Cîhûyîyan bangê koçkirina ‘erdên ku îşxalker kirine dike. Rejîma sîyonîst a ku li ser ‘erdên Filistînîyan nîjadkujîyeke dînî û nîjadî dike armanc dike ku bastûra demografik bi temamî vegerîne. Rejîma sîyonîst a ku Girên Golan îşxal dike, Libnanê tehdît dike, nîşan dide ku ji bona hemû herêmê tehdîdek e. Encax digel ev tiştan ji teref hikumetên welatên Misilman ve tê piştgirîkirin. Ji bo ku bi van îşxalkerên sîyonîst re ku hebûna wan ne meşrûye re têkilî deynin, lê ji bo hesabpirsîna ji îşxalkerî û qetlîamê re divê micadele bê kirin.”

Cinayetên Yunanistanê a li hember penaberan

Ramanli, da zanîn ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriye, Efxenistan, Iraq û erdnîgariyên dinê, xizanî û fikarên ewlehiyê yên ji ber şer û pevçûnan pêk tên, mirovan mecbûrê derketina ji cih û warên xwe dike û wan dike rewşa penaberan.

Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê, “Penaberên ku hewl didin bi avên xezeb ên Ege û Deryaya Spî derbasî Ewrupayê bibin, xeyn ji van avên xezeb mixabin rastî miameleyên neînsanî û êrîşên welatên Ewrupî bi taybetî ê Yunanistanê û dûçarê êrîşên wan dibin. Li ser felaketa ku di 3yê Cotmeha 2013an de li girava Lampedusa ya Îtalyayê pêk hat de 9 jê zarok, 83 jê jin tevde 368 koçber miribûn 9 sal derbas bûn. Şaxa Deryaya Sipî ya Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara koçberên ku di 9 salên piştî vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji karesatên mezin li beşa navendî ya Deryaya Sipî ye, ragihand ku nêzîkî 25 hezar e.”

Ramanli, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Yekîneyên Ewlekariya Peravê ya Yunanistanê bi awayekî sîstematîk paşvexistina botên penaberan, di nîvê behrê de binav dikin, penaberên ku li ser sînor girtin di nîvê zivistanê de tazî dikin û berdidin sînorê Tirkiyeyê. Ev cure kuştin û şerma hemû mirovahiyê ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Divê ev pêkanînên Yunanistanê ku bi rastî qetlîamker in, ji aliyê saziyên navneteweyî ve bên lêkolînkirin û bi dawî bibin. Ger ew van kiryarên ku sûcên li dijî mirovahiyê ne, bidomîne, divê mueyîdeyên astengkirinê werin sepandin.” (ÎLKHA)