Li Somaliyê 14 endamên El Şebab hatin kuştin

Artêşa Niştimanî ya Somalî ragihand ku 14 endamên El-Şebab hatine kuştin, ku di nav wan de serkirdeyekî mezin ê El-Şebab ê berpirsê herêma Şebella Jêrîn jî heye.

Ekleme: 09.10.2022 11:15:34 / Güncelleme: 09.10.2022 11:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Artêşa Somaliyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma Genale ya Şebellaya Jêrîn li dijî El-Şebab ya ku amadekariya êrîşê dikirin operasyon hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di operasyonê de 14 endamên rêxistinê ku di nav wan de yek ji pêşengên payebilind ên El-Şebab  Muhammed Nur Şîre jî heye hatin kuştin.(ÎLKHA)