Li Şerîaya Rojava 2 Filistînî şehîd bûn

2 Filistînî di encama êrîşa rejima îşxalkeran a ku li kampa Cenînê kirin de şehîd bûn, 11 Filistînî jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.10.2022 15:30:40 / Güncelleme: 08.10.2022 15:30:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hate belavkirin, hat destnîşankirin ku li Cenînê 2 ciwan ji teref guleyên îşxalkeran ve giran birîndar bûn, dûre jî şehîd bûn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku di êrîşê de 11 kes jî birîndar bûn, rewşa 3 birîndaran jî giran e.

Îşxalkeran di êrîşa ku serê sibê li Cenînê kir de, dora mala Muhammed Ebû Zîyneyê êsîrê berê dorpêç kir. Îşxalkeran, di êrîşê de ji têketina ekîbên tenduristî û çapemenîyê re astengîyê kir. Xeyn ji van ji çapemenîya ku dixwestin weşana bistînin re jî bi guleyên rastî êrîş hat kirin.

Hat îfadekirin ku leşkerên îşxalkeran bi guleyên rast û bombeyên xwazê êrîşan kirin. (ÎLKHA)