Li Îrlandayê di îstasyona sotemenîyê de teqîn: 9 mirî

Hat destnîşankirin ku li bajara Donegala Îrlandayê di îstasyoneke sotemenîyê de teqînek pêk hat, di teqînê de 9 kes canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.10.2022 15:25:36 / Güncelleme: 08.10.2022 15:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li nêzê herêma Creeslougha bajara Donegalê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, di îstasyona ku aîdê şîrketa Applegreenê ye de teqînek pêk hat.

Ji ber tesîra teqînê hinek avahî hilweşîyan û zirarekî mezin dîtin.

Piştî teqînê ji cihê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin. (ÎLKHA)