Li Entelyayê mîdîbûsa ku geştyar tê de bûn qelibî: Mirîyek, 13 birîndar

Hat diyarkirin ku li Entelyayê mîdîbûseke ku geştyar tê de bûn qelibî û qeza kir, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.10.2022 13:35:34 / Güncelleme: 07.10.2022 13:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser Ceddeya Kardeş Kentlera nêzê Balafirgeha Kunduyê pêk hat.

Mîdîbûsa ku geştyarên biyanî tê de bûn, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 13 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)