HAMAS salvegera sazîya Cîhada Îslamî pîroz kir

HAMAS, salvegera 35emîn a Cîhada Îslamî bi bala “Bi hevparîya di rêya berxwedanê de heta vegerînê û azadîyê” pîroz kir.

Ekleme: 07.10.2022 10:30:44 / Güncelleme: 07.10.2022 10:30:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê hereketa berxedana Îslamî ya li Filistînê, bi minasebeta salvegera sazîya 35emîn a Cîhada Îslamî peyama pîrozbahîyê belav kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em bi navê HAMASê birayên xwe yên hereketa Cîhada Îslamî, Zîyad el-Nehaleyê serok û sekreterê hereketê, endamên biroya sîyasî, qedroyên serokê giştî yê hereketê û micahîdan bi minasebeta sazîya 35emîn a hereketê ji dil û can pîroz dikin.”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ku sazîya Cîhada Îslamî di hereketên mehellî yê Filistînê de dewlemendîye, ev hereket jî di rêya berxwedana heta vegerînê û azadîyê de xwedîyê pareke mezin e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku HAMAS bi anîtina hemû milên berxwedanê yên li hember îşxalê berxwedanê dikin ji teref Tugayên Qudsê û Tugayên El-Qessamê ve şanaz bûye.

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ev yekîtî heta ku pîsîtî û îşxala ku li ser ‘erdên pîroz heye bê paqijkirin, xelqê Filistînê vegerin malên xwe û sazkirina dewleteke serxwebûn ê paytexta wê Quds e ew ê saxlem û daîmî bibîne.” (ÎLKHA)