Îmtîhana Pêşlîsans a KPSSê dê roja yekşemê bê kirin

Îmtîhana Pêşlîsans a KPSSê a ku ji teref Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicîkirinê ve tê kirin ew ê di 9ê Cotmehê de bê kirin.

Ekleme: 07.10.2022 09:55:35 / Güncelleme: 07.10.2022 09:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî teqwîma îmtîhana rûniştinên Lîsans a KPSSê ku ji teref ÖSYMyê ve hatibû taloqkirin, teqwîma îmtîhanê eşkere bû.

Li gorî vê; îmtîhana Pêşlîsans a KPSSê ew ê di 9ê Cotmeha 2022yan roja Yekşemê de bê kirin. Encama ev îmtîhanê jî ew ê di 3yê Sermaweza 2022yan roja Pencşemê bê daxuyandin.

Namzed, Belgeya Têketina Îmtîhanê yê ku ew ê di cihê îmtîhanê de nîşan bidin, di edresa ÖSYMyê https://ais.osym.gov.tr de bi tevî nimareyên nasname yê T.C. û şîfreyên xwe dikarin bidestbixin. (ÎLKHA)