​Ji Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Qendîla Mewlûdê

Weqfa Evîndarên Pêxember yê ku bi minasebeta Qandîla Mewlîdê ya ku sibê bê îdreqkirin peyamek belav kir, di peyamê de bal li ser mîrasa pîroz ê ku Hezretî Muhammed hêştîye hat kişandin.

Ekleme: 06.10.2022 14:25:35 / Güncelleme: 06.10.2022 14:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta Qendîla Mewlûdê ya ku şeva Înê bê îdreqkirin peyamek hat belavkirin.

Adnan Akgonulê ku peyamê xwend, nirxand ku hatina Pêxeberê me Hezretî Muhamemd li dinyayê wek bihara ku piştî zivistana ku zilm tijekîrîye ye û bal li ser mîrasa pîroz ê ku Hezretî Muhammed hêştîye kişand.

Akgonul di peyamê de weha got, “Di dewra ku şîrk, zilm û wehşet li dinyayê hakim e û însanîyet jî hêvîya xelasîyê ye de, ji wê Xwedayê ku Hezretî Muhammed ji boan xelasîyê şîyandîye re hemd û sena be. Selat û Selam li ser Hezretî Muhammed Mustafayê ku bi pêxemberê rehmetê hatîye şîyandin, ji alemê re bûye nûr û barîyaye, zilmê belav kirîye û ji mezluman re bûye necat û al û etbaê wî be.”

“Kesên ku ev mîrasa ku Pêxemberê pîroz hêştîye weşandîye nav dilê xwe ezîz in, ên ku înadê jî dikin dûçarê zilletê dibin”

Akgonul, di berdewama axavtina xwe de bal li meha Rebîulewwela ku Pêxemberê me di vê mehê de hatîye dinyayê kişand û weha got, “Ev mizgîni tenê yê însanîyetê nînbû, yê hemû kaînatê ku bi hesretê disekinîya bû. Ev mizginîya ku di meha biharê de hatîye; di nav xwe de sibeha ku piştî şevên tarî û bihara ku piştî zivistana bi zilm e dihewand. Ev, gihaştîna hev a tovê xelasî û rehmetê ye. Bi bihara pîroz dest bi şînbûnîyê kir û ji bona însanîyetê jî bû wesîleya îman, exlaq, edalet û seadetê.”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de bal li ser Pêxemberê me yê ku ji bona ev tova îman û xelasîyê belavê dilan bike gelek zehmetî, zorîtî û pirsgirêkan kişandîye kişand; Akgonul bal kişand ku li hemberî ev pirsgirêkan ji dilan re bi sebr, sebat û cehdeke mezin bûyîna ab-i heyatê, ji dilên mezlûm ra cesaret û ji dilên mehrûm re seadet hebûye, û weha axavtina xwe domand:

“Encax bedbahtên ku dilên xwe ji vê pêxembera pîroz re girtine jî hebûn; bedbahtên ku ji qewmê wî û hetta ji eqrebeyên wî… Gelek bextîyarên ji civakên biyanîyan ev tovê îmanê kirin nav dilê xwe û bûn ‘ezîz, gelek mirovên nêz jî bi dûrxistina ev tovê zelîl bûn. Ev encam îro jî bi ‘eynî şeklê didome. Îro jî kê dibe bila bibe, ji kê nîjadê dibe bila bibe û ji kîjan rengê dibe bila bibe ev tova îmanê bike dilê xwe ew ê ‘ezîz bibe, kesên ku înadê bikin jî ew ê dûçarê zilletê bibin.”

“Dilê bi îman ew ê mîrasa îmanê ya Resulê Xwedê bidomînin”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de îfade kir Resulê Pîroz ê ku ev tovê kiribû dilê xwe û wan bextîyarên ku ew jî tovê îmanê kirine dilên xwe gelek bedêlan dan, “Her dem qewet û îdeolojîyên ku dixwazin ev tovê kurmî bikin, ev dilan ji xwe re bikin kole hebûne, lê mu’minên ku tehma îmana dilên xwe girtine, berxwedanê nîşanê êsaretê dan û ev tehmê ji ti tiştê dinyayê re feda nekirin. Çiqas jî wan bedbahtên ku girtina ji ev tehmê mirûz jî mabin wan dilên bi îman bedêla wê çi dibe bila bibe ew ê ev de’wa mîrasa Pêxember bidomînin.”

Akgonul destnîşankir ku “Xweşbextane ji wan kesên ku tabi’ê Resulê Xwedê yê ku rêzanê xelasîyê ye ne! Xweşbextane ji wan kesên ku tovê îmanê kirine nav dilên xwe! Xweşbextane ji wan kesên ku ev tovê îmanê xwedî dikin, mezin dikin û veguherîne de’weyeke mezin ya ewakî.”

Akgonul di dawîya axavtina xwe de hemû Misilmanan ji bona ku Qendîla Mewlûdê îdreq bikin da’wetê mizgeftan kir, “ Şeva 7ê Cotmehê ku girêdayê roja Şemîyê bibe, salvegera hatina dinyayê ya Hezretî Muhammed ê ji însanîyetê re bûye xelasî û rehmet em ê Qendîla Mewlûdê îdreq bikin. Em ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku bila ev Qendîla Mewlûdê ji însanîyetê re bibe wesîleya rehmet û xelasîyê, bi vê wesîleyê em hemû xelqê xwe jî da’wetê mizgeftan dikin ku bila ev şevê îhye bikin.” (ÎLKHA)