Li Taylandê êrîşa bi çekdar: Herî kêm 31 mirî

Li Taylandê di êrîşa çekdar a ku li navenda lênihêrîna zarokan hat kirin de herî kêm 31 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.10.2022 11:50:11 / Güncelleme: 06.10.2022 11:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîş, di navenda lênihêrîna zarokan a li wîlayeta Nong Bua Lam Phuya ku li bakura welat e de pêk hat.

Berdevkê polês, daxuyand ku di êrîşê de herî kêm 20 kes mirin, di nav kesên ku canê xwe ji dest dan de zarok jî hene.

Hat îfadekirin ku êrîşdar Panya Khamrapê 34 salî yê ku polêseke berêye ye.

Hat daxuyandin ku Panya, ji ber ku di testa tiryakê de nejêhatî bûye ji teşkîlata polês hatîye dûrkirin. (ÎLKHA)