Li Êlihê mînîbûs li kendalê gêr bû: 6 birîndar

Li navçeya Sasona Êlihê mînîbûsa ku karkerên înşeatê tê de bûn di vîrajê de nikaribû bizivire û ji ber vê yekê li kendalê gêr bû, di encama qezayê de yek jê giran 6 karker birîndar bûn.

Ekleme: 06.10.2022 09:25:32 / Güncelleme: 06.10.2022 09:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li nêzê gundê Cevîzlîya li ser rêya Sason-Êlihê di seatên êvarê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku plaqeya wê nehat hînbûn û karkerên înşeatê tê de bûn ji navçeya Sasonê diçû Êlihê, şofêrê mînîbûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li kendalê gêr bû.

Di qezayê de, 6 karkerên ku navên wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa birîndarek giran e.

Karkerên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)