Li Elmanyayê êrîş li mizgeftê hat kirin

Li bajarê Offenbach ê wîlayeta Hessenê êrîş li mizgeftekê hat kirin.

Ekleme: 05.10.2022 16:15:37 / Güncelleme: 05.10.2022 16:15:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di welatên Rojavayê ku di her firsedê de dersa heqên însanîyetê, xweşbînî û azadîyê didin de êrîşên ku li mizgeftan tên kirin didome.

Ya dawîn jî li Elmanyayê êrîş li mizgeftek hat kirin.

Ji dîwara mizgefta ku girêdayê Karên Dîyanetê ye re, li hemberê Misilmanan silogan û heqaretan hate nivîsandin.

Ji şahidan hat xwestin ku ji bo kesên ku li ser Îslam û Pêxemberê me nivîsên heqaretan dinivîsînin bên girtin agahîyan bidin polêsê.

Li Elmanyayê par 662 sûcên li dijî misilman û mizgeftan hatin kirin. (ÎLKHA)