Sewqîyata zada ku ji Ukraynayê tê kirin 6 milyon tonê derbas kir

Di çarçoveya Peymana Qorîdora Zadê de heta îro 260 keştî ji Benderên Ukraynayê derbas bûn û hat diyarkirin zada ku bi wan keştîyan hat derxistin jî 6 milyon tonê derbas kir.

Ekleme: 05.10.2022 10:40:34 / Güncelleme: 05.10.2022 10:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di Tîrmeha 2022yan de li Stenbolê di navbera Tirkîye, Ukrayna û NYyê de “Belgeya Peyana Sewqê bi Ewlehîyê ji Benderên Ukraynayê a Tiştên Xwarin û Zadê” hat îmzekirin.

Di vê çarçoveyê de, sewqîyata keştîyên ku li Benderên Ukraynayê disekinin didome.

Heta îro 260 keştî ji Benderên Ukraynayê derketin, mêjara zada ku hate barkirin jî 6 milyon tonê derbas kir.

Bi keştîyan garis, genim, rûna gulberojik, çewênder, soya, şoqil û ceh tê barkirin. (ÎLKHA)