Li Pakistanê pevçûn: 4 mîlîtan hatin kuştin

Hat destnîşankirin di pevçûna ku li wîlayeta Xeyber Pextunxwara Pakistanê derket de 4 mîlîtan hatin kuştin û 5 wezîfedarên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.10.2022 15:40:31 / Güncelleme: 04.10.2022 15:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li herêma Mattanîya wîlayeta Xeyber Pextunxwarê pêk hat.

Rayadaran di daxuyanîya ku kirin de diyar kirin, komeke bi çekdar, êrîşî qonvoyeke ku aîdê hêzên ewlehîyê ye kir.

Di encama pevçûna ku pêk hat de 4 mîlîtan hatin kuştin, 5 wezîfedarên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji bona hinek mîlîtanên ku ji cihê êrîşê revîyane ji bo ku bên qefaltin xebat hatine destpêkirin.

Hat diyarkirin dest hatîye li ser çek, erebe û cebilxaneya êrîşdaran. (ÎLKHA)