Keleka ku Misilmanên Arakanî tê de bûn bin av bû: 3 mirî 20 winda

Keleka ku Misilmanên Arakanê tê de bûn li nêzê Bangladeşê bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de 3 kes canê xwe ji dest dan, 20 kes jî winda bûn.

Ekleme: 04.10.2022 14:25:50 / Güncelleme: 04.10.2022 14:25:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Kendava Bengala li herêma Cox’s Bazara ku 400 kîlometre başura Bangladeşê ye, kelekeka ku Misilmanên Rohîngyayê tê de bûn ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve bin av bû.

Di encama bin av bûna kelekê de 45 kes bi saxîtî hatin xelaskirin, ceseda 3 pîrekan a miltecîyan hat dîtin, ji 20 miltecîyan jî xeber nayê girtin. Xebatên ku ji bona kesên winda bên dîtin hêj didome.

Rewşa xirab a di kampên miltecîyan a li Bangladeşê, her sal bi hezaran miltecîyan mecbûr dihêle ku serlêdanê li qaçaxçîyan bikin.

Misilmanên Arakanê yên ji milyonekî zêdetir in, piştî qetlîamên artêşa Myanmarê 5 sal berê mecbûr mabûn ku biçin Bangladeşê. (ÎLKHA)