3 tirên ka barkirî şewitîn

Di 3 tirên ku ka barkirîbûn de li ser rêya Dîyarbekir-Êlihê şewateke ku sedema wê nediyare derket.

Ekleme: 04.10.2022 14:05:30 / Güncelleme: 04.10.2022 14:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di seatên nîvroyê de li nêzê gundê sînana ku li ser rêya Dîyarbekir-Êlihê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di 3 tirên ku kar barkirîbû de, şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Şewata ku di tirada derket, bi tesîra bayê di demek kurt de mezin bû. Hat ragihandin ku ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve midexele hat kirin. (ÎLKHA)