Rejîma sîyonîst a îşxalker, li Filistînê gundekî cara 207em xira kir

Rejîma îşxalkeran, li Filistînê gundê Arakîbê a ku bedewîyan li wê derê dijîn cadrin xera kir û ji ber vê yekê gelek kesan bêmal hêşt.

Ekleme: 04.10.2022 11:20:28 / Güncelleme: 04.10.2022 11:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gundê Arakîba ku li Çola Necefa ku li başura welat dimîne, ji teref rejîma îşxalkeran ve bû cara 207em hat xerakirin.

Rejîma terorê, li gundê Arakîbê xerakirina cara yekem di 2010an de dest pê kir. Rejîma îşxalker, îddîa dike ku gund, “bi rêyên nefermî hatîye lêkirin û hewceye ku bê xerakirin.”

Filistînîyan jî, her carê piştî xerakirinê bi amûrên texte û plastîkan cardin lê dikin û berxwedanê nîşan didin. (ÎLKHA)