Li Yemenê agirbesta ku 6 mehan e didome bi dawî bû

Hat diyarkirin ku agirbesta di navbera aliyan a li Yemenê ku 6 mehan e dewam dike bi dawî bûye.

Ekleme: 03.10.2022 14:25:35 / Güncelleme: 03.10.2022 14:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Agirbesta ku ji 2'ê Nîsanê û vir ve di bin navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, doh li gorî saeta herêmî saet 19:00an bi dawî bû.

Têkildarî dirêjkirina agirbestê ji Neteweyên Yekbûyî ti daxuyanî nehat dayîn.

Ji ber êrişên Rejîma Siûdî û hevalbendên wê ser vî welatî ji sala 2014an ve, Yemenê ketiye nav wêraniyeke mezin û krîzeke mirovî.

Komên cuda ku ji Îlona 2014an û vir ve paytext Sana û hinek herêman di bin kontrola xwe de ne, li hev kirin ku di 2’ê Nîsanê de operasyonên hewayî, bejahî û deryayî ji bo 2 mehan rawestînin.

Di pevçûnên ku bi salan e li welêt dewam dikin de nêzî 400 hezar kesî canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)