Li Erzîncanê mîdîbûs qelibî: 21 birîndar

Li navçeya Refahîyeya Erzîncanê mîdîbûsek qelibî, di qezayê de 21 kes birîndar bûn.

Ekleme: 03.10.2022 10:05:38 / Güncelleme: 03.10.2022 10:05:38 / Xeberen Kurdi / Erzincan Haberleri
Destek için 

Qeza, di seatên êvarê de li alîyê Qizildaxê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mîdîbûseke ku ji Bûrsayê diçû Dêrsîmê, qelibî.

Li gorî diyarîyên ‘ewil, di encama qezayê de 21 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar, piştî midexeleya ‘ewil hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)