Li Pakistanê ji ber lehîyê hejmara kesên canê xwe ji dest dan derket 1693 kesan

Ajansa Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê (NDMA), daxuyand ku ji ber barana ku ji 14ê Hezîranê vir ve tesîra xwe didomîne hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1693 kesan.

Ekleme: 01.10.2022 13:55:11 / Güncelleme: 01.10.2022 13:55:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de, hat diyarkirin ku di nav 24 seatên dawî de herî kêm 15 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de, hat ragihandin ku ji ber barana ku ji 14ê Hezîranê vir ve tesîra xwe didomîne 12 hezar û 865 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên (NDMA)yê, ji ber afetê 2 milyon û 50 hezar xanî xesarê dîtin. Ji wan 830yê wan bi temamî xera bûn.

Ji ber lehîyê  13 hezar û 74 kîlometre rê xira bû, 392 pir hilweşîyan 1 milyon û 103 hezar û 800 heywan jî telef bûn.

35 milyon kes jî  ji baranan tesîrdar bûn. (ÎLKHA)