Li Endonezyayê di mezinahîya 5,9an de erdhej: Mirî û birîndar hene

Li wîlayeta Sumatraya ku li bakura Endonezyayê ye erdhej pêk hat, di encama erdhejê de kesek canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.10.2022 11:05:31 / Güncelleme: 01.10.2022 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda Lêgerîna Jeolojîk a Emrîqayê, daxuyand ku 40 kîlometre bakura bajara Sîbolgayê 13,2 kîlometre di bin ‘erdê de erdhejek hat qeydkirin.

Hat ragihandin ku ji ber erdhejê kesek canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Piştî erdhejê hişyarîya tsunamîyê nehat dayîn. (ÎLKHA)