Li Efxenistanê ji enstîtûya perwerdehîyê re êrîş: 19 kes canê xwe ji dest dan,29 kes birîndar bûn

Hat ragihandin ku li Kabûla paytexta Efxenistanê ji enstîtûyeke perwerdehîyê re bi xwekûjekî êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 19 kes canê xwe ji dest dan, 29 kes winda bûn.

Ekleme: 30.09.2022 10:45:34 / Güncelleme: 30.09.2022 10:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên Wezareta Karên Hindir yê Efxenistanê, daxuyandin ku di seat 08.00an de, êrîş li Navenda Perwerdehîya Kajê hat kirin.

Abdul Nafee Takkurê Berdevkê Wezaretê, derheqê êrîşê de daxuyanî belav kir û “ev êrîşa ku li sîvîlan hatîye kirin û xedarîya dijmin eşkere dike” bi tundî şermezar kir.

Hat diyarkirin ku êrîş, di dema ku xwendekaran ji bona îmtîhanê kom bûne de hatîye kirin.

Heta niha tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)