Li Mêrsînê li dîjî PKKê operasyon: 10 qerara binçavkirin

Hat diyarkirin ku di encama operasyona ku li dijî PKKê hate kirin de ji şikdarên ku derheqê wan de qerara girtinê hebûn ve 9 kesên wan hatin binçavkirin.

Ekleme: 30.09.2022 09:10:36 / Güncelleme: 30.09.2022 09:10:36 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Mêrsînê ve hatibû destpêkirin de derheqê 10 kesên ku hatibû tespîtkirin ku bi navê PKKê fealîyetan dikin de qerara binçavkirinê hate derxistin.

Ji şikdarên ku nasname û edresên wan hate tespîtkirin ve 9 kesên wan di operasyonan de hatin qefaltin.

Hat ragihandin ku amûr û tiştên dîjîtalî yên ku di operasyonan de hatibûn bidestxistin jî hatin lêkolandin.

Hat diyarkirin xebatên ku şikdarê dinê jî bê qefaltin didome. (ÎLKHA)