Rusya serxwebûnîya 2 herêmên krîtîk bi fermî nas kir

Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rusyayê, biryarnameyên naskirina serxwebûnîya herêmên Zaporîjya û Hersona ku artêşa wî li Ukraynayê bidestxistibû îmze kir.

Ekleme: 30.09.2022 09:05:04 / Güncelleme: 30.09.2022 09:05:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di referandûmên ku ji teref Rusyayê ve li herêmên Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporîjyayê hatin kirin de derketina qerara ‘erê’ dengeke mezin çêkir.

Di referandûman de, serî Emrîqa û Ewrupa gelek welat bertekan nîşan dabûn.

Putîn daxuyand ku piştî referandûmên ku hatin kirin, biryarnameya naskirina herêmên Herson û Zaporîjyayê îmze kir. (ÎLKHA)