Li Hîndistanê qezaya kelekê: 10 winda

Hat destnîşankirin ku li Hîndistanê qezaya kelekê pêk hat, herî kêm 10 kes winda bûn.

Ekleme: 30.09.2022 08:35:33 / Güncelleme: 30.09.2022 08:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Hîndistanê hatine bidestxistin di Çema Brahmaputra ya ku li wîlayeta Assamê ye de kelekek li tiştekî yê ku hêj nayê zanin ku çîyê ket û bin av bû.

Hat ragihandin ku di kelekê de zêde însan hebûne. Di bûyerê de gelek însan bi saxîtî xelas bûn, herî kêm 10 kes jî winda bûn.

Xebatên ku ji bona kesên winda bên dîtin tê kirin didome. (ÎLKHA)