Erebeya ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir: 2 mirî

Erebeya ku li ser rêya Meletî-Sêwasê şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir, piştî ku li barîyeran ket li erebeyeke dinê qelibî. Di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.09.2022 13:35:33 / Güncelleme: 29.09.2022 13:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 06.55an de li ser rêya navçeya Arguvana Meletî-Sêwasê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 44 LS 299 ku di bin kontrola Gunay G. (44) de bû û ji Meletîyê diçû Sêwasê, ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li barîyera ku di orta rê de bû ket û dûr e derbasê alîyê dinê bû û li tira bi plaqeya44 ADA 890 ku di bin kontrola B.G. (36) de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê erebeya bi plaqeya 44 LS 299 û kesekê dinê yê ku nasnameyê wê nehatîye hînbûn di erebeyê de asê man. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cihê qezayê, diyar kirin ku her du kesên ku di erebeyê de asê mane canê xwe ji dest dane.

Cenazeyan ji bona ku bên otopsîkirin hatin rakirin Sazîya Tip a Edlî ya Meletî û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)