Li nêzê Florîdayê ji ber bagera Lanê keleka koçberan bin av bû: 23 winda

Hat ragihandin ku li Florîdayê keleka ku koçberên Kûbayî tê de bûn ji ber bagera Lanê bin av bû, 23 kes winda bûn.

Ekleme: 29.09.2022 09:10:36 / Güncelleme: 29.09.2022 09:10:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dewrîyeya Sînor ya Emrîqayê, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li Sock Islanda Florîdayê kelekeke ku koçberên Kûbayî tê de bûn bin av bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 23 koçber winda bûn, 4 koçber jî bi soveberîya gihaştine peravê.

Bager roja sêşemê li Kûbayê tesîrdar bû. Heta niha 2 kes mirin û bi milyonan mirov ji ber bagerê bê ceryan in. (ÎLKHA)