Li Xarpêtê şerê bi çek: 2 birîndar

Li navçeya Paluya Xarpêtê di şera bi çek de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.09.2022 09:20:34 / Güncelleme: 28.09.2022 09:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li navçeya Paluyê, li Pira Paluya Taxa Nû pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera H.D û Î.S. de gelemşeyeke ku sedema wê hêj nayê zanîn pêk hat. Dû re H.D. kevirek avêt Î.S. û wî birîndar kir.

Ji ber vê yekê Î.S. jî çû malê û tivinga xwe anît û bera H.D. da.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku ji birîndaran yek li Paluyê yê dinê jî li Kovancilarê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)