Li Rusyayê di êrîşa dibistanê de hejmarê mirîyan derket 17 kesan

Hat destnîşankirin ku li Rusyayê di encama êrîşa ku li dibistanê hate kirin de hejmarê mirîyan bi tevî 11 zarokan derket 17 kesan.

Ekleme: 27.09.2022 15:05:34 / Güncelleme: 27.09.2022 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh di seatên serê sibê de, di dibistana numereya 88emîn a Izhevskê de êrîşeke çekdar pêk hat.

Ji teref rayedaran ve hat diyarkirin ku di encama êrîşa çekdar de hejmarê mirîyan bi tevî 11 zarokan derket 17 kesan.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 20 kes birîndar bûn, ji van 20 kesan jî 7 jê zarok û 2 jê mezin di çawdariya awarte de ne û ji ber yekê tê endîşekirin ku hejmerê mirîyan zêde bibe.

Hat ragihandin êrîşdarê ku piştî êrîşê guleyek bera serê xwe da û xwe kuşt şênîyekî yê wê taxê bûye û 34 salî bûye. (ÎLKHA)