Cesedê zarokeka 3 salî di qerisînerê de derket

Li Entabê ceseda zarokeka 3 salî ya ku hat tespîtkirin bi lêxistinê hatîye kuştin, di nav qerisînereke dikanekî de derket.

Ekleme: 27.09.2022 09:40:34 / Güncelleme: 27.09.2022 09:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Seyrantepeya navçeya Şehîtkamila Entabê pêk hat.

Li gorî îddîayan, dayîk M.Î. û mêrê wê A.E. ji bona ku 2 qîzên xwe yên winda bibînin beşdarî bernameyeke televîzyonê dibin û li wê derê agahîyan didin, li ser van agahîyan di Koordînatîya Serdozgerîya Komarîya Entabê de tehqîqat tê destpêkirin.

Di çarçoveya tehqîqatê de ekîbên polês operasyon li dikanekî ku li taxêye kirin.

Ekîbên ku di dikanê de tehqîqatê kirin di nav qerisînerê de cesedeke zarokan dît.

Ceseda ku hat dîtin piştî tehqîqata Serdozgerîya Komarîya Entabê ji bo ku bê otopsîkirin hat şîyandin Sazîya Tip a Edlî ya Entabê.

Şikdarên G.T. û M.A. jî ji teref polêsan ve hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku derheqê bûyerê de tehqîqateke mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)